​​​​​​​Di êrişên Îsraîlê de 12 filistînî hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Cinînê de ku beriya 2 rojan dest pê kiribûn, 12 filistînî hatin kuştin.

​​​​​​​Di êrişên Îsraîlê de 12 filistînî hatin kuştin
5 tîrmeh, 2023   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê berbanga duşemê êriş bir ser kamp û bajarê Cinînê yê Dîfa El Xerbiye yê Filistînê. Êriş wek “ji 20 salan ve ya herî dijwar” hat binavkirin. Di êrişan de 12 filistînî hatin kuştin, 120 kes jî birîndar bûn. Her wiha mal û dikanên li herêmê hatin xirakirin û bi sedan kes koçber bûn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê ku ji ajansa AFP`ê re axivî, ragihand ku êrişa wan fermî bi dawî bûye û leşkerên Îsraîlê ji Cinînê derketine.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avijaa Adraei jî bi rêya Twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku hemû hêzên ewlekariyê ji kamp û bajarê Cinînê derketine.

Adraei daxuyand ku di êrişan de bi dehan kes hatine destgîrkirin û got: “Hêzên Îsraîlê bi hezaran mayîn, parçeyên çekan û cihên teqemenî û cebilxaneyê kontrol kirine û teqandine.”

Li aliyê din, balafirên şer ên Îsraîlê vê berbangê êriş bir ser cihekî binerd li Xezayê. Artêşa Îsraîlê îdia kir cihê hedefgirtî girêdayî tevgera Hemas e û ji bo 'hilberandina amûrên şer' dihat bikaranîn.

Êrişên Îsraîlê li qada herêmî û navneteweyî bûbû sedema nerazîbûnên mezin.

(c)