Rûsya û hikumeta Şamê tetbîqatan dikin

Rayedarekî leşkerî yê Rûsyayê ragihand ku îro artêşa Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê li Sûriyeyê tetbîqatan pêk tînin.

Rûsya û hikumeta Şamê tetbîqatan dikin
5 tîrmeh, 2023   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Rûsyayê, serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê Oleg Gorinov got hêzên wan ên hewayî dê tevî hêzên hewayî yên Sûriyeyê îro li Sûriyeyê tetbîqatan pêk bînin û dê tetbîqat 6 rojan dewam bikin.

Ev tetbîqat hemwextî gurbûna şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên El Nusrayê pêk tên.

(c)