​​​​​​​Aloziya Rojhilata Navîn û rêbazên çareseriyê

Li gorî şîrovekarên siyasî yên Ereb, projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û got “Ev proje rê li ber parçebûnê digire, pirrengiyê diparêze û banga wekheviya di navbera gelan û ferdan de dike.”

​​​​​​​Aloziya Rojhilata Navîn û rêbazên çareseriyê
4 tîrmeh, 2023   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Li herêma Rojhilata Navîn ku bi berhemên xwe yên xwezayî û yên sererd û binerd dewlemend e, şer û alozî dewam dikin. Piraniya van aloziyan ji ber şerê li ser desthilatdariyê, berhem, nasname, newekheviya di navbera her du zayendan de û mafê gelan ê diyarkirina çarenûsa wan e. Ji ber van aloziyan destwerdanên derve zêde bûn, rewşa Iraq, Sûriye, Lîbya, Yemen, Sûdan, Lubnan û Tirkiyeyê mînakên van aloziyan e.

/kr/uploads/files/2023/07/04/192938_.webp

Mamosteya zanistên siyasî ya Zanîngeha Qahîreyê Dr. Ferînaz Etiyê diyar kir ku Rojhilata Navîn di nava gelek aloziyan de ye û got: "Aloziyên nezanî, hewldanên înkarkirina gelan hene û destpakî nîn e. Her wiha aloziya rêveberiyê heye û xwestekên pêkanîna guhertinan di civaka Rojhilata Navîn de tune ne."

Ferînaz Etiyê destnîşan kir ku di demên dawîn de aloziyên li Rojhilata Navîn mezintir bûn û wiha pê de çû: "Me ev yek piştî Bihara Ereban dît. Destwerdana mezin a rasterast a dewletên rojava li Rojhilata Navîn, bi taybet li welatên Ereban û şerê etnîk û taîfî jî mînak in. Di encama van destwerdanan de gelek pergalên desthilatê yên li welatên Ereban û Rojhilata Navîn hilweşiyan.”

Ferînaz anî ziman ku dewletên kapîtalîst ên mezin sûdê ji van aloziyan digirin û armanca wan  talankirina serwetên Rojhilata Navîn û bêparhiştina gel ji van serwetan e.

Etiyê bi domdarî got: “Aloziyên aborî, siyasî û ewlehiyê yên li Rojhilata Navîn encamên şêwazê rêvebirina van welatan e ku rê li ber dewletên kapîtalîst vedikin da ku destwerdanê bikin û armancên xwe pêk bînin. Dewletên kapîtalîst tenê sûdê ji van aloziyan werdigirin."

Ferînaz Etiyê destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst ji bo ku armancên xwe pêk bînin û dest deynin ser welatên din, dewletên herêmê xistin nava şeran û wiha got: "Mînak, Îran û Tirkiye ne. Em nêzîkatiyên van her du dewletan li Sûriye, Iraq û Lubnanê dibînin. Mixabin Îran û Tirkiye bi awayekî mezin û aşkera rewşa van welatan bi kar tînin û hewl didin ji bo berjewendiyên xwe û berjewendiyên rojavayî bi kar bînin."

/kr/uploads/files/2023/07/04/192923_.webp

Têkildarî rêbazên çareserkirina van aloziyan, endama Komîteya Jin, Ewlehî û Aştiyê ya Yekitiya Afrîkayê Selwa Qîqe Bin Afiye jî anî ziman ku pêdiviya lezgîn bi demokrasiya rasteqîn heye.

Selwa Qîqe Bin Afiye diyar kir ku bêyî demokrasiya rasteqîn tu rêyên çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn tune ne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Mînak, li Rojhilata Navîn rewşa jinan heta radeyeke mezin li paş e. Em hîna di pêvajoya parastina mafên mêran di pirhevseriyê û hwd de ne. Ev çi demokrasî ye ku em behsa wê dikin! Bêyî wekheviya di navbera jin û mêran de demokrasî tune ye. Her wiha bêyî rêzgirtina li hemberî kêmneteweyan û rengên din demokrasî nîn e. Lewra bêyî van hemûyan em nikarin behsa çareserkirina aloziyan bikin."

Selwa anî ziman ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û got: "Ev proje rê li ber parçebûnê digire, cudabûn û pirrengiyê diparêze, banga wekheviya di navbera gelan û ferdan de dike. Li gorî vê projeyê divê gel bi xwe çarenûsa xwe diyar bike."

Têkildarî asta pêknîna vê projeyê li welatên Rojhilatên Navîn, Selwa got: "Mimkun e ev proje li ser erdê were pêkanîn, lê pêwîstî bi planeke stratejîk a ji bo demeke dirêj û xebateke mezin a saziyên civaka sivîl û aktîvîstên di warê jiyana civakî û siyasî de heye."

(bb)

ANHA