​​​​​​​Pergala federal li Lubnanê careke din tê rojevê

Li gel têkçûnên li pey hev, li Lubnanê behsa pêdiviya pêkanîna sîstemeke siyasî ya nû ya federal tê kirin. Di her pêvajoyeke siyasî de ev mijar careke din dikeve rojevê. Gelo federalî li Lubnanê pêkan e û dê bibe çareserî?

​​​​​​​Pergala federal li Lubnanê careke din tê rojevê
5 tîrmeh, 2023   03:46
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Li Lubnanê ji Cotmeha 2022`yan de (dema bidawîbûna wîlayeta Mîşel Ewn) valahiya serokkomariyê heye. Parlamentoya Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomarekî nû 12 caran civiya, lê negihîşt tu encamê. Di vê navberê de 2 namzetên sereke ji bo serokkomariyê hatin pêşniyarkirin; Silêman Firenciye û Cîhad Ezûr. Lê di rûniştina dawîn a parlamentoyê de jî yek ji wan nehat hilbijartin.

Welatiyên Lubnanê bi fikar in ku nakokiyên hizbî li welatê wan ku di aloziyeke aborî ya herî xirab de ye, kûrtir bibin. Li gel nebûna serokê dewletê û meclisa wezîran û parçebûna parlamentoyê, li wî welatî felcbûneke siyasî heye.

Di madeya 62`yan a destûra Lubnanê de tê gotin “Eger serokkomarî ji ber çi sedemê dibe vala bimîne, meclisa wezîran erkên serokkomar digire.” Lê belê rewşeke nû ku di destûrê de behsa wê nehatiye kirin, derketiye holê. Ev cara duyemîn e ku li Lubnanê valahiya serokkomariyê pêk tê. Ya yekemîn piştî bidawîbûna dema wîlayeta serokkomar Îmêl Lehûd bû. Ji lew re, li gorî destûrê nabe ev peywir (serokkomarî) vala bimîne.

Bi destpêkirina xwepêşandanên gel di sala 2019`an de û bi xirabbûna rewşa aborî, civakî, siyasî û parçebûnê re, ji bo çareserkirina rewşa dewleta îflaskirî gelek pêşniyar hatin kirin. Lîreyê Lubnanê hema bêje bi temamî bê qîmet bûye, cihê serokkomar jî vala ye. Aliyên siyasî jî hem dijberî hev in, hem jî hev bi dizîya dewletê tawanbar dikin. Nakokiyên hizbî û tayîfî jî dewam dikin.

Di nava pêşniyaran de, vebijêrka pergala federal jî heye ku wek alternatîfa pergala tayîfî ya li Lubnanê hatiye pêşniyarkirin. Ev pêşniyar ne nû ye û bi taybet beriya şerê navxweyî yê Lubnanê (1975-1990) di nava siyasetmedarên xiristiyan û partiyên xiristiyanan de mijara nîqaş û piştgiriyê bû. Serokkomar Kemîl Şemûn (1952-1958) di wê derbarê de planek pêşkêş kiribû. Eniya Lubnanê ya ku hêviyên Marûniyan temsîl dike jî, di diyaloga nîştimanî ya Lubnanê ya li Lozanê (1984) de projeya federal pêşkêş kiribû. Serokkomar Beşîr Cemîl ku sala 1982`yan hatibû kuştin jî bi vê projeyê fikirîbû.

Gelo li welatekî ku parvekirina di navbera hêzên siyasî û tayîfî de esas digire, pergala federal dikare bibe çareserî? Gelo dê lubnanî ji nû ve li ser vê pêşniyarê li hev bikin?

/kr/uploads/files/2023/07/04/193117_.webp

Sekreterê giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal Dr. Alfred Riachi ji ajansa me re axivî û pirsên me bersivandin.

Alfred Riachi got: “Ji bo mayîndebûn û serkeftina dewletê çareseriya yekemîn avakirina pergala federal e. Divê ev pergal taybetmendiyên pêkhateyên tayîfî esas bigire. Federalîzm li Lubnanê pêkan e. Rêbazên serxistina wê jî hene.”

Riachi destnîşan kir ku hemû pergalên navendî yên paşverû û binkefî bûne sedema şer, lê belê pergala federal şer nayne, berovajî wê îstiqrar, edalet, wekhevî, geşkirina aborî û civakî pêk tîne.

Riachi anî ziman ku federalî pêşniyareke stratejîk e, armanca wê ewlekirina îstiqrarê ji bo hemû pêkhateyan e û wiha dom kir: “Em şîretê li her du aliyên bihêz yên şîe (Hizbullah û tevgera Emel) dikin ku xwedî li pergala federal derkevin, ji ber ku bi rêya vê pergalê dê bikarin têkiliyên erênî bi pêkhateyên din re ava bikin.”

Dr. Alfred Riachi wiha axaftina xwe dewam kir: “Kîjan aliyê lubnanî dibêje pergala federal xeternak e, bila ji me re bêje xetereya wê li ku ye. Kî vê dibêje, ew ne xwedî nêrîneke siyasî û rasyonal e. Hevdîtin û peywendiyên me bi awayekî daîmî bi keşe Bişara El Xûrî re hene, ew jî ne dijberê vê pêşniyarê ye.”

(c)

ANHA