​​​​​​​Hewldanên Amerîkayê ji bo normalîzekirina di navbera Siûdiye û Îsraîlê de bûn rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî vê sibê der barê hewldanên Washingtonê ji bo normalîzekirina têkiliyan di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de, nakokiya Îsraîl-Îranê û aloziya Lîbyayê de nivisîn.

​​​​​​​Hewldanên Amerîkayê ji bo normalîzekirina di navbera Siûdiye û Îsraîlê de bûn rojeva rojnameyên erebî
1 tîrmeh, 2023   06:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi serenav “Hewldanên Amerîkayê ji bo normalîzekirina Têkiliyan di navbera Siûdiye û Îsraîlê de ji bo ku normalîzekirina di navbera Riyad û Pekînê de asteng bike” nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de rojnameyê wiha nivisî: “Siyasetmedarê îsraîlî û yek ji endezyarên lihevkirina Abraham a Aştiyê behsê kir ku bingeha hewldanên Amerîkayê ji bo normalîzekirina di navbera Siûdiye û Îsraîlê de, astengkirina normalîzekirina di navbera Siûdiye û Çînê de ye.

Şêwirmendê berê yê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê Meir Ben-Shabbat got normalîzekirina têkiliyan di nabera Siûdiye û Îsraîlê de berjewendiyeke amerîkî û rojavayî ya diyar e. Bi rêya wê DYA`yê dê bikare Siûdiye ji eniya Çîn-Îran-Rûsya dûr bixe. Dê hin xalan bi dest bixe ji bo ku di çarçoveya nakokiya li ser xêzkirina pergala nû ya cîhanê de bi kar bîne.”

ÎSRAÎLÊ RAGIHAND KU DI DEMEKE NÊZ DE ÊRIŞ NAVENDÊN NUKLEERÎ YÊN ÎRANÊ NAKE

Der barê vê serenavê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand û wiha nivisî: “Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê Tzach Hanegbi înê got welatê wî di demeke nêz de êriş navendên nukleerî yên Îranê nake. Hemwextî wê danûstandin di navbera Tehran û Washingtonê de hene ji bo ku nakokiyê aram bikin.

Hanegbi got heta niha encamên wê danûstandinê ne diyar in, ku hevalbenda sereke ya Îsraîlê DYA`yê bi Îranê re di çend hefteyên derbasbûyî de dest pê kirine. DYA`yê ji van danûstandinan xwest ku hin gav bên avêtin da ku rê li pêşiya bernameya nukleerî ya Tehranê bê girtin û nakokiyên heyî aram bibin.

Têkildarî hedefgirtina Îranê ji aliyê Îsraîlê ve, Hanegbi da zanîn ku Îsraîl êriş nake ji ber ku îranî rawestiyan.”

AMERÎKA BANG LI SIYASETMEDARÊN LÎBYAYÎ KIR KU JI GEFXWARINAN DÛR KEVIN

Girêdayî rewşa Lîbyayî rojnameya El Beyan wiha nivisî: “DYA`yê bang li siyasetmedarên çalak ên lîbyayî kir ku dev ji gefxwarinê berdin ku dê petrolê bigirin.

Şandeyê taybet ê Amerîka ji bo Lîbyayê balyoz Richard Norland li ser hesabê balyozxaneyê duh înê twitterek parve kir û da zanîn ku rêveberiya Amerîkayê encamên her girtinekê bi wêrankerê aboriya lîbyayê û zirarê dide lîbyayiyan nirxand.

Rêveberiya Amerîkayê bang li rêveberên lîbyayî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka parvekirina neadil a petrolê, mekanîzmeyeke giştî ji bo kontrolkirina dahatan deynin. Beyî ku aboriya Lîbyayê yan jî xwezaya nesiyasî ya Saziya Petrolê ya Lîbyayê bixe xetereyê.”

(şx)