​​​​​​​Şehîd Zîlan li Şengalê hat bibîranîn

Şehîd Zîlan an ku Zeyneb Kinaci di salvegera 27'an a çalakiya xwe ya fedaî de li Şengalê hat bibîranîn.

​​​​​​​Şehîd Zîlan li Şengalê hat bibîranîn
30 hezîran, 2023   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengtiya TAJÊ û bi beşdarbûna endamên meclis, sazî û dezgehên Şengalê bi semînerekê Şehîd Zîlan hat bibîranîn. Semîner li navenda Meclisa Gel a Xanesorê hate dayîn.

Di semînerê de sînevîzyonek li ser kesayet û têkoşîna Şehîd Zîlan hate nîşandan. Her wiha nameya Şehîd Zîlan hate xwendin.

beşdarvanan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku Şehîd Zîlan pêşenga şoreşa gelan bû, xwedîderketina li keda hemû şehîdan bi xwe rêxistinkirinê wê pêk were. Her wiha hate destnîşankirin ku civaka Êzidî piştî naskirina fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan fam kirin ku jiyana azad bê berdêl nabe û Êzidiyan jî di vê oxirê de gelek kesên pêşeng feda kirine.

Semîner bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.