​​​​​​​Dewleta Tirk bombe li Metînayê barand

Balafirên dewleta Tirk a dagirker herêma Metîna bombebaran kir.

​​​​​​​Dewleta Tirk bombe li Metînayê barand
30 hezîran, 2023   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, beriya çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, devera Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Gel bombebaran kir.

Hate zanîn ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker niha jî li asîmanê Metîna digerin û heta niha têkildarî bombebaranê tu agahî bidest neketine.

Hate ragihandin ku ji ber bombebaranê li deverê şewat derketiye û ev êrişên bê sînor û hovane bûne sedem ku di nav welatiyên deverê de tirs çêbibe.