Ji ber pileya germahiyê ya zêde li Meksîkayê zêdetirî 100 kes miriye

Li Meksîkayê di navbera 12 û 25`ê Hezîranê de ji ber pêla germa zêde ya ku li çolê bakur û paytextê ketibû, 104 kes mirin.

Ji ber pileya germahiyê ya zêde li Meksîkayê zêdetirî 100 kes miriye
30 hezîran, 2023   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Mekîskayê ragihand ku li welêt di navbera 12 û 25`ê Hezîranê de ji ber pêla germa zêde li çolê bakur û paytextê 104 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê di raporekê de bi bîr xist ku hejmara zêde ya wefatê ku 64 e li eyaleta pîşesazî ya bakur rojhilatê welêt li ser sînorên Teksasê hatiye tomarkirin.

Li gor heman çavkaniyê, li eyaleta Sonora ya bakur rojavayê welêt pileya gemahiyê ya rekor 49 pile hat tombarkirin.

Rêjeya germahiyê di vê heyama salê de di navbera 30 û 45 pileyî de diguhere, ji ber ku pileya germahiyê ya zêde û kêmbûna avê sedema piraniya mirinan e.

Çaverê ye ku ji 1`ê Tîrmehê, pêleke germahiya ya din bandor li welêt bike ku hejmara niştecihên wî 127 milyon kes e.

(şx)