`Hewldanên ciwanan xwedî stratejî û armanceke diyar in`

Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed di panelekê de got: “Hewldanên Tevgera Ciwanan li herêmên, xwedî stratejî û armanceke diyar e ku hewl didin civakeke demokratîk dûrî zayendperestiyê li Sûriyeyê ava bikin.”

`Hewldanên ciwanan xwedî stratejî û armanceke diyar in`
25 hezîran, 2023   15:46
REQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan li hola Stada Beledî ya Reqayê panelek bi dirûşma “Cenga azadiyê bi ser bixin û zayendperestiyê tune bikin” li dar xist.

Endamên tevgerê û ciwan tev li panelê bûn. Di serî de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Buşra El Ehmed axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Dûre hevseroka Meclis Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û got: “Ciwan, ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek girîng in bi taybet piştî lidarketina şoreşê. Dibe ku şoreşeke zihniyetê be ku fikrên civakê yên li ser desthilatê ava bûne, biguhere.”

Îlham destnîşan kir ku hewldanên tevgerên ciwanan li herêmê, xwedî stratejî û armanceke diyar e ku civakeke demokratîk dûrî zayendperestiyê li Sûriyeyê bi giştî ava bikin.

Piştre sînevizyonek têkildarî destavêtinê, revandin, destdirêjiyê û zayendperestiyê hate pêşandan. Her wiha hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Buşra El Ehmed benda yekemîn a panelê ya têkildarî cins, alîgariya zayendî û civakî xwend.

Der barê mijara panelê û têkoşîna jinan li hember zihniyeta baviksalarî de beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

(şx)

ANHA