​​​​​​​‘Em ê bi hunerê şerê faşîzma Tirk bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin′

Endamên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Helebê diyar kir ew ê têkoşîna li qadan dewam bikin û got “Em ê bi hunerê şerê faşîzma Tirk bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

​​​​​​​‘Em ê bi hunerê şerê faşîzma Tirk bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin′
23 hezîran, 2023   01:50
HELEB

Ji zêdetirî 27 mehan ve dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û nahêle ne parêzer ne jî malbat pê re hevdîtinê bikin.

Li ser vê yekê endamên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Helebê axivîn.

/kr/uploads/files/2023/06/22/173928_-.webp

Wehîde Birîmko der barê mijarê de wiha got: "Rêbertî ji 25 salan ve ragirtî ye û ji zêdetirî 2 salan ve di bin tecrîdeke giran de ye. Wek em dizanin CPT dikare ewlehiyê ji Rêbertî re di hundirê girtîgeha Îmraliyê de çêke, lê vê yekê paşguh dike."

Wehîde destnîşan kir ku jin tundiya li dijî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha domand: "Heta 6 mehên din jî li tecrîda giran a li dijî Rêbertî zêde bûn. Em vê yekê û tundiya li dijî rêberê xwe qebûl nakin. Em ê li ser xebatê xwe bin ku bi fîzîkî rêberê xwe azad bikin."

/kr/uploads/files/2023/06/22/173910_-.webp

Emel Îbiş jî li ser tecrîdê wiha got: "Hûn nikarin vîna me bişikînin. Rast e we bi fîzîkî rêberê me girtiye, lê bi fikir û felsefeya xwe di nava me de zindî ye."

Emel wiha domand: "Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan red dikin. Ev tecrîd me lawaz nake, lê belê me bihêztir dike. Em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê dikoşin û li ber xwe didin."

/kr/uploads/files/2023/06/22/173831_-.webp

Li aliyekî din jî Axîn Xelîl komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji dema girtina wî ya beriya 25 salan ve, şermezar kirin.

Axîn destnîşan kir ku CPT rewşa Rêber Abdullah Ocalan paşguh dike û tu bertekê ji bo rewşa tenduristî yan jî şexsî nîşan nade û wiha domand: "Em Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn bang dikin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî bizanin û ew bi fîzîkî azad be."

/kr/uploads/files/2023/06/22/173851_-.webp

Der barê heman mijarê de Axîn Reşo jî wiha got: "Ev ne cara yekemîn e ku mîna van komployan li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tên. Ji lew re divê em jin li tevahî cîhanê li hember van komployan bisekinin."

Axîn wiha domand: "Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide û em jî li vir li ber xwe didin. Rêbertî girtîgeha Îmraliyê kir cihê perwerde, zanist û zanînê. Divê em jî li qadan li ser fikir û felsefeya wî ya mezin bimeşin."

Axîn Reşo bal kişand ser têkoşîna heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê li qadan bin, li ber xwe bidin û şer bikin. Ne tenê bi çekê şer bikin, bi pênûs û hunerê, em ê bi her tiştî şerê dewleta Tirk a faşîst bikin heta azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk tê. Ji ber ku Rêbertî di dilê me de hezkirina xwe çand."

Dewleta Tirk a dagirker bi mebesta bêparkirina wî ji ′mafê hêviyê′ bi rêya ′cezayên dîsîplînê′ tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dike.

(fr)

ANHA