4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokan berdewam e

4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokan, bi dirûşma “Kenê ji me re vegerînin” li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Cirniyê didome.

4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokan berdewam e
22 hezîran, 2023   18:54
TEBQA

Di roja sêyemîn a festîvalê de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, Rêveberiya Jinan, ciwanên şoreşger, jinên ciwan, bi sedan zarok û şêniyên Cirniye beşdar bûn.

Di festîvalê de, endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir El Inad axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

/ar/uploads/files/2023/06/22/182842_mhrjan-alslam-alraba-lltfwlh-ystmr-fy-ywmh-al3-ala-altwaly-fy-nahyh-aljrnyh-28629.webp

Dûre komên Mîrasa Cirniyê, Koma Şanoyê ya Cirniyê, Koma Komîteya Perwerdeyê ya Cirniyê, Baxçeya Zarokan a Enwar El Xed a Cirniyê û Koma Hunera Folklorî ya Cirniyê berhemên xwe pêşandan.

Piştî wê, spasname û teqdîrname li ser komên beşdar, perwerdeker û komîteya orgenîzer hate belavkirin.

Festival dê sibe li mezreya El Sefsaf a Tebqayê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA