​​​​​​​Piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Şadiya Manap di sala 1992’yan de hatibû girtin û par roja ku hatibû berdan dîsa hatibû girtin. Şadiya Manap duh piştî 30 salan hat berdan.

​​​​​​​Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22 hezîran, 2023   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şadiya Manap di sala 1992`yan de dema 24 salî bû li Rihayê hate destgîrkirin. Piştî hat destgîrkirin li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê ya dewleta Tirk a dagirker hate darizandin û cezayê muebbetê lê birîn. Ew li Girtîgehên Riha, Mêrdîn, Midyad, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate ragirtin.

Şadiya Manap piştî 30 salan di 1’ê mijdara 2022’yan de hate berdan, beriya ku ji girtîgehê derkeve ji ber lêpirsîneke di sala 2020’an de der barê wê de hatibû vekirin, dîsa hatibû destgîrkirin û girtin.

Duh (21`ê Hezîranê) danişîna biryarê ya doza der barê Şadiyayê de bi îdiaya “Rêxistinê ava dike û bi rê ve dibe” hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hate lidarxistin û Şadiye Manap beraet kir.

Şadiye Manap piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Şadiya bi kulîlk û tilîliyan hate pêşwazîkirin.