Hikumeta Şamê: Şertê vegerandina têkiliyan vekişîna Tirkiyeyê ye

Nûnerê hikumeta Şamê ji Astanayê daxuyanî da û vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê wekî şertê vegerandina têkiliyên bi Enqereyê danî.

Hikumeta Şamê: Şertê vegerandina têkiliyan vekişîna Tirkiyeyê ye
20 hezîran, 2023   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Gera 20`emîn a dan û standinên Astanayê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê dest pê kir. Cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê, her wiha kesayetên ji “opozîsyonê” beşdar bûne.

Dê civîn 2 rojan dewam bike. Tê payîn ku nûnerên NY`yê, Lubnan, Iraq û Urdinê jî wek çavdêr beşdarî civînê bibin. Dê di civînê de nexşerêya ku Rûsyayê ji bo normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê pêşkêş kiriye jî were nîqaşkirin.

Eymen Sosan ku serkêşiya şandeya hikumeta Şamê dike, diyar kir ku vegerandina têkiliyên bi Tirkiyeyê re tenê bi vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê pêkan e.

Sosan ji kanala Îxbartiyê ya Sûriyeyê re axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê û anî ziman ku parastina ewlehiya sînor berpirsyariyeke hevpar a Sûriye-Tirkiyeyê ye.

(c)