Malbata şehîd Bahoz soza şopandina têkoşîna şehîdê xwe da

Malbata şehîd Bahoz got ew bi têkoşîna şehîdê xwe serbilind e û soza şopandina rêya têkoşîna wî da.

Malbata şehîd Bahoz soza şopandina têkoşîna şehîdê xwe da
18 hezîran, 2023   13:42
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê QSD`ê Ciwan Oso (Bahoz) bûn ku di 14`ê Hezîranê de di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî rêya di navbera Qamişlo û navçeya Tirbesiyê de şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li taxa Salhiye ya Hesekê vegirt. Di merasîmê de, endama Kongra Star a Kampa Weşûkanî Sebah Cuma axivî û got: “Em îro di bin konê rûmetê de ne. Şehîdan bi xwîna xwe ev ax avdan. Gelê Me berxwedêr e û dê li hember dagirkeran li ber xwe bide.”

Apê şehîd Mehcûb Oso axivî û fedakariyên mezin ên şehîdan silav kir û wiha domand: “Bi saya wan ewlehî li ser vê axê peyda bû. Em bi têkoşîna kurê xwe serbilind in û dê têkoşîna wî berdewam bikin.”

Di dawiya merasîmê de beşdaran, “Bijî berxwedana şehîdan” û “Şehîd nemir in” berz kirin.

Cenazeyê şehîd Bahoz duh li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê bi merasîmeke bi heybet hatibû veşartin.

(şx)

ANHA