​​​​​​​Li Sûdanê agirbesteke nû

Li Sûdanê bi navbeynkariya Amerîka û Siûdî ji bo agirbesteke nû ya 72 saetan biryar hate dayîn.

​​​​​​​Li Sûdanê agirbesteke nû
18 hezîran, 2023   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Erebîstana Siûdî de hat gotin, "Qraliyeta Erebîstana Siûdî û DYA radigihînin ku nûnerên Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HDK) ji bo agirbesta ji 72 saetan a li seranserê Sûdanê ji roja Yekşemê û pê ve bê kirin, li hev kirine. "

Li gorî daxuyaniyê, ji bilî rawestandina hemû tevger û êrişan, her du aliyan li hev kirin ku rê bidin alîkariyên mirovî bo hemû deverên Sûdanê bên şandin.

Ragihandina agirbestê piştî êrişên hewayî û pevçûnan li Xertûmê hat ku tê de sivîl hatin kuştin.

Di êrişên hewayî yên roja şemiyê de li başûrê paytext Xartûmê herî kêm 17 sivîl hatin kuştin ku 5 jê zarok bûn. Di êrişên hewayî de 25 xanî hilweşiyan.

Li gorî rapora herî dawî ya rêxistina sivîl ACLED, di şerê li Sûdanê de ji nîvê meha Nîsanê û vir ve heta niha zêdetirî 2 hezar kes mirine.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) zêdetirî 2,2 milyon kes ji welatê xwe reviyane, ji wan zêdetirî milyonek kes Xartûm terikandine û zêdetirî 528 hezar kes jî reviyane welatên cîran û bûne penaber.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî bal kişand ser rewşa zarokên ku di nava mexdûrên sereke yên şer de ne. UNICEF’ê got: "Di şerê du mehan de li Sûdanê zêdetirî milyonek zarok koçber bûn, 330 zarok hatin kuştin û zêdetirî 1900 jî birîndar bûne."