Bertekên li dijî êrişa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê zêde dibin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kir û bang li NY′yê û WHO′yê kir ku li hember van êrişan bê deng nemînin.

Bertekên li dijî êrişa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê zêde dibin
18 hezîran, 2023   09:29
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, bi beşdarbûna endamên yekitî, saz, komîteyên tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Nexweşxaneya Til Rifetê ya kantona Şehbayê da.

Daxuyanî li ber avahiya Desteya Tenduritiyê ya Herêma Cizîrê ya li bajarê Qamişloyê hat xwendin. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Xalid Dawûd bi zimanê erebî û cîgira hevserokatiya desteyê Hediye Ebdullah bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov û topavêjan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Herî dawî jî Nexweşxaneya Til Rifetê û xebatkarên ku xizmetî gel dikin bombebaran kir. Di encamê de birîndar çêbûn û rewşa hinek birîndaran giran e."

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rojane û li ber çavê tevahî cîhanê têne kirin, lê cîhanê bêdeng e.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên navneteweyî, NY′yê, WHO û Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku bi bêdengiya xwe li hember sûcan nebin parçeyek ji van êrişan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 16′ê Hezîranê de Nexweşxaneya Til Rifetê bombebaran kir, di encamê 4 welatî birîndar bûn.

(fr)

ANHA