Li Humsê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarê rojhilatê Humsê mayîneke di wesayîteke leşkerî de teqiya. Di encamê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Li Humsê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
18 hezîran, 2023   08:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya “Şam FM” ragihand ku vê sibehê li ser rêya Meşrefê ya li gundewarê rojhilatê Husmê mayînek di wesayîteke leşkerî de teqiya û di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê, 6 leşker jî birîndar bûn.

Heta niha tu aliyan êriş negirtiye ser xwe.

Navenda Çavdêriya Mafênr Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku rewşa hin birîndaran xeter e, lewma dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

(c)