​​​​​​​QSD'ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya QSD'ê destnîşan kir ku hêzên wan dê pabendî parastina herêmê û pêkhateyên wê û misogerkirina pêşerojeke ewle bin û got: "Îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişan li dijî hêzên me, tenê hewldanên lewazkirina hêzên niştîmanî ne. Êdî hemû aliyên Sûriyeyê jî dizanin ku armanc ji lewazkirina hêzên me, dagirkirina bêhtir deverên Sûriyeyê û bandorkirina li serdestiyê niha û di pêşerojê de ye."

​​​​​​​QSD'ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da
15 hezîran, 2023   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker di vê hefteyê de êrişên xwe yên hovane li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim ên li herêmên Şehbayê ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne û Minbic, Eyn Îsa û herêmên Cizîrê zêde kirine. Di encama hedefgirtina rasterast a şênî, jin û zarokan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 4 din birîndar bûn. Di nav de 2 zarok hene.

Ev êriş ji demeke dirêj de hatiye plankirin û li benda dema guncaw bû, nexasim paşguhkirina sûcên belgekirî yên li dijî xaka Sûriyeyê û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komeleyên navneteweyî yên berpirs ve, her wiha bêdengiya wan a li hember destekdayîna rêxistinên terorîst ên li deverên dagirkirî.

Em nikarin vê êrişê ji hewldanên dagirkeriyê cuda bikin ku dixwaze balê ji ser projeyên xwe yên mêtinger ên li Sûriyeyê û bandorên wê li ser pêşeroja yekitiya Sûriyeyê bikişîne. Dixwaze tevahî lihevkirinên niha û yên pêşerojê li gel hêzên navneteweyî ji bo mayîna hêz û çeteyên xwe li Sûriyeyê bi kar bîne. Ev armancên kirêt ên van êrişan e.

Propagandaya ku dewleta Tirk a dagirker li ser êrişa li dijî hêzên me dke, hewldanek ji bo lawazkirina hêzên nîştimanî ye ku li dijî planên wê yên mêtingeriyê ne. Lê êdî divê tevahî aliyên Sûriyeyê hişyar bin ku hewldana hêzên me armanca wê tenê dagirkirin deverên din ên Sûriyeyê ye û bandorkirina serdestiyê niha û di pêşerojê de ye.  

Dewleta Tirk baş dizane ku ne tenê em lê belê gelê me bi vîna xwe li hember êrişên wê disekine. Em hişyariya nîştimanî ya gelê xwe silav dikin. Ji ber ku girîngiya berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê baş nas kiriiye. Em şervanên li eniyên şer û fedakariyên wan û şehîdên xwe silav dikin.

Domandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê dê bêbersiv nemînin û hêzên me jî dê ji her demê zêdetir pabendî parastina herêmê û pêkhateyên wê û misogerkirina pêşerojeke ewle bin."

(mh/şx)