Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlên xwe yên di bin tecrîda girankirî de bibînin, serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
15 hezîran, 2023   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo ku bi muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan re ku zêdetirî 2 sal e agahî jê nayên wergirtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, hevdîtinê bikin, serî li dozgeriyê da.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25’ê Adara 2021’an ve nikarin tu agahiyê ji Rêber Abdullah Ocalan wergirin.