`Em dê li hember terorê bisekinin û heta dawiyê li ber xwe bidin`

Şêniyên Reqayê di merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed Hisên Hisrûm de gotin: “Em dê li hember terorê bisekinin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”

`Em dê li hember terorê bisekinin û heta dawiyê li ber xwe bidin`
14 hezîran, 2023   18:02
REQA

Di merasîmê de ku li goristana şehîdan a gundê Hikumiye li dar ketiye, bi dehan şênî, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partî, Meclisa Sivîl a Reqayê û Kombûna Jinan a Zenbûya beşdar bûn.

Di merasîmê de, bi navê QSD`ê şervanê Lîwayê Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb axivî û got: “Em îro, cenazeyê şehîd Mihemed Hisrûm piştî dîrokeke demdirêj a berxwedan û têkoşînê di oxirê şoreşê de, oxir dikin.”

Hebîb wiha domand: “Şehîd Mihemed ji bo rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ`ê 3 zarokên xwe kir qurban. Em sersaxî ji malbata wî dixwazin.”

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Mihemed El Xelef got: “Ji vî cihî pîroz em şehîd Mihemed Hisrûm oxir dikin ku ji bo ax û gel canê xwe feda kir.”

El Xelef wiha pê de çû: “Em ji Erdogan û çeteyên wî re dibêjin ku balafir û topavêjên we, me natirsînin. Em dê li hember terora we bisekinin û heta dawiyê şer bikin. Em dixwazin ku cezayên herî mezin li çeteyên DAIŞ`ê bên birîn û hevalbendên wê werin darizandin.”

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne El Ebdullah nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de hat veşartin.

(şx)

ANHA