Di êrişên dawîn ên Tirkiyeyê de 2 şervan şehîd bûn, 4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişên ku dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn li ser hermên Şehba û Minbicê pêk anîne de, 4 leşkerên Şamê hatine kuştin, 9 leşker birîndar bûne, 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn, şervanekî jî birîndar bû.

Di êrişên dawîn ên Tirkiyeyê de 2 şervan şehîd bûn, 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
14 hezîran, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Dewleta dagirker di rojên dawîn de jî êrişên hewayî û topbarana dijwar bi taybet li dijî herêma Efrîn, Şehba û Minbicê zêdetir kirin. Topbarana li herêmê heta kêliya amdekirina vê nûçeyê jî dewam dikir.

Duh (13`ê Hezîranê) saet derdora 16:30`an de balafirên keşfê û dronên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêma Efrîn û Şehbayê geriyan.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 18:30`an de gundên Soxanekê û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin. Li herêmê tevgera balafirên keşfê jî hebû.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 19:20`an de jî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora navçeya Til Rifetê ya Şehbayê û gundê Aqîbê yê Şêrawayê bombebaran kirin. Di êrişan de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn, derbe li 2 tankan hat xistin.

Saet di 20:15`an de jî droneke artêşa Tirk a dagirker nuqteyek hêzên hikumeta Şamê ya li derdora gundê Tinibê yê Şerayê bombebaran kir.

Hemwextî bombebarana dewleta Tirk a li dijî herêma Efrînê, artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Toxar ê li gundewarê bakurê Minbicê bi obîs û hawanan topbaran kir. Li herêmê tevgera balafirên keşfê jî hebû.

Meclisa Leşkerî ya Mibicê jî bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku droneke dewleta dagirker bendekî kontrolê yê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gundê Derec bombebaran kiriye. Di êrişê de şervanekî meclisê şehîd bû. Droneke din a dewleta Tirk a dagirker nuqteyek şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li derdora pira Qereqozaqê ya li rojhilatê Minbicê bombebaran kir. Di wê êrişê de jî şervanekî meclisê şehîd bû û şervanek birîndar bû.

Dewleta dagirker seat di 23:00`an de jî nuqteyeke hikumeta Şamê ya li derdora gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombe kir û di encamê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin.

di saetên derengiya şevê de jî derdora baregeha Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê herêma Şehbayê hat bombebarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker sate di 00:30`an de jî bi dronê êrişî gundê Şiwarxe yê girêdayî navçeya Şera kir. Di wê êrişê de jî 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Vê sibehê jî artêşa dagirker bi dronekê carek din êrişî gundê Şiwarxe yê Şerayê kir. Di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên dijî navçeyên Til Rifet û Şêrawayê de jî leşkerekî Şamê hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

(c)

ANHA