Di êrişa El Qaîdeyê de 2 leşkerên Yemenê hatin kuştin

El Qaîdeyê li parêzgeha Şebwe ya başûr rojhilatê Yemenê êriş pêk anî. Di êrişê de 2 leşkerên Yemenê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di êrişa El Qaîdeyê de 2 leşkerên Yemenê hatin kuştin
11 hezîran, 2023   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Sputnikê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji desthilata xwecihî ya parêzgeha Şebwe ya Yemenê, El Qaîdeyê bi erebeyeke bombebarkirî êriş bir ser bendeke kontrolê ya Lîwa 1′ê ya Hêzên Parastina Şebwe yên girêdayî Meclisa Demkî ya başûrê herêma Misêne ku li başûrê bajarê Etiq ê Yemenê ye.

Hat ragihandin ku di êrişê de 2 leşker hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.

Di 23′yê Gulanê de jî li dijî nuqteyeke hêzên Lîwa 1′ê ya li heman herêmê êrişa hewayî pêk hatibû û El Qaîde wek berpirsê êrişê hatibû destnîşankirin. Di wê êrişê de jî serfermendarê lîwayê Ehmed Muhsin El Silêmanî û 3 kesên pê re birîndar bibûn.

Bi destpêkirina şerê di navbera hikumeta ku di qada navneteweyî de tê naskirin û koma Ensarullah El Hûsî de, El Qaîde li gelek herêmên Yemenê hêza xwe zêde kir.

Hûsî ji Îlona 2014′an de dest danîne ser piraniya parêzgehên naverast û bakurê Yemenê. Lê Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî di 26′ê Adara 2015′an de ji bo piştevaniya artêşa Yemenê û vegerandina wan herêman operasyonên leşkerî dabû destpêkirin.

(fr/c)