Çalakiya konvedanê ya Kobanê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê ji bo şermezarkirina dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, dest pê kiribû, bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê ya Kobanê bi dawî bû
10 hezîran, 2023   14:35
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li qada şehîd Egîd vê sibê çalakiya konvedanê li dar xistibû.

Kesayetên siyasî, endamên saziyên kantona Kobanê tev li çalakiyê bûn.

Çalakiya konvedanê bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû ku ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Divê her mirovek li erdnîgariya Kurdistanê dijî, dakeve qadan, ji ber ku dem ne dema xefletê ye lê belê dema azadiyê û bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye. dema tevlêbûna şoreşa azadiyê ye ku Rêbertî bi fikr û felsefeya xwe ragihandiye.

Xelkê me yên koçber dibin û di deryayan de dixeniqin, dev ji vê rêya tarî berdin. Pêwîstiya vê axê bi we heye. Ewropa ya xelkê wê ye ne ya we ye. Divê hûn xwedî nirx bin û dev ji axa xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bernedin.

Di her şoreşekê de astengî derdikevin. Kesên xwefroş tenê dev ji şoreşê ber didin û wijdanên xwe difroşin. Xiyaneta herî mezin ew e ku mirov, li dû xwe gorên şehîdan bihêle ku di oxira parastina wan de şehîd bûn.

 Di her şoreşekê de xiyanet, birçîbûn heye, ev nayê wateyê ku em bi vê hêsanbûnê dev ji şoreşa xwe berdin. Em îro serkeftî ne. Ev dihêle ku em li hember kesên hewl didin axa me dagir bikin, bisekinin.”

(şx)

ANHA