Guhertina demografîk: Du mêtingehên nû li Efrînê çêdikin

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê mêtingehek nû ji bo malbatên çeteyan çêkir. Li nêzî heman gundî jî mêtingehek din tê çêkirin.

Guhertina demografîk: Du mêtingehên nû li Efrînê çêdikin
4 hezîran, 2023   07:48
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûc û binpêkirinên li dijî niştecihên Efrînê, xweza û cihên wê yên dîrokî didomînin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, dewleta dagirker di çarçoveya guhertina demografîk de li gundê Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şerayê mêtingehek nû çêkiriye.

Mêtingeha nû ji 50 avahiyên 4 qatî pêk tê. Dê malbatên çeteyên ku şandine welatên din, li wê mêtingehê werin bicihkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li nêzî gund jî mêtingehek nû çêdike. Ew mêtingeh jî ji 200 avahiyan pêk tê.

(c)

ANHA