Şerê dijwar li Sûdanê di hefteya 8`an de ye

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de di hefteya 8`an de dewam dike.

Şerê dijwar li Sûdanê di hefteya 8`an de ye
4 hezîran, 2023   07:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sky News Arabiya, îro li taxên başûrê paytexta Sûdan Xartûmê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî dijwar derket.

Şahidên ji herêma Endeziyaran, hin taxên Um Derman û taxên li başûrê paytextê diyar kirin ku şeva din jî şer rû daye û çekên sivik û giran hatine bikaranîn.

Rojnamevanan jî destnîşan kir ku li bajarê Ketim ê li bakurê Darforê jî şer çêbûye û hin sivîl hatine kuştin.

Duh, cîgira rêveberê Gerînendiya Muzeyan a Sûdanê Îxlas Ebduletîf ragihandibû ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn dest daniye ser Muzeya Neteweyî ya li Xartûmê.

Heyva Sor a Sûdanê jî diyar kiribû ku ji ber şerê li Xartûm û Darforê, xebatkarên wan neçar mane ku cenzayên 180 kesan, bêyî ku nasnameyên wan bizanin, veşêrin.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor, ji dema destpêkirina şer li Sûdanê (15`ê Nîsanê) de, wana 102 cenazeyên nenas li goristana Şiqêlab û 78 cenazeyên din li goristanên li Darforê, veşêrin.

(c)