​​​​​​​Rêxistinên jinan ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê bûn yek

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku serhildana bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê, bêhempa ye, ji tevahî jinan re dîrok û têkoşîneke nû ye.

31 gulan, 2023   14:18
HESEKÊ

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Şoreşa Keziyan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” panelek li dar xist.

Di panelê de ku li hola Reşo ya taxa Mişêrfe ya Hesekê li dar ketiye, nûnerên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Berdevka Yekînyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Em îro bi saya şehîdên xwe yên ku ji bo azadiya me canê xwe feda kirin, li vir in.”

Rûksen wiha domand: “Bi dirûşma jin, jiyan azadî, şer li hember tevahî pergalan şer dike. serhildana bi pêşengiya jinan li Îranê, serhildaneke bêhempa ye û li seranserî cîhanê deng veda.”

Rûksen di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina mafên jinan û destkeftiyên wan, ax û gelê herêmê da.

`DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN TEVAHÎ JINAN`

Seroka Desteya Jinan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Edalet Omer axivî û destnîşan kir ku pergala kapîtalîst xwe li ser keda jinan ava dike û mayîna wê di desthilatê de encama zaîfbûna vîna jinan. Ji ber wê Edalet banga birêxistinkirina jinan kir û got: “Bi wê em ê civakê ava bikin û rizgar bikin. Dê jiyan xwedî wate be.”

Edalet diyar kir ku bi zanabûn, rêxistinkirin û pêşxistina jinan di tevahî qadên jiyanê de, jin dikare tevahî astengiyan derbas bike.

Edalet di dawiyê de got: “Divê em xwe bigihînin tevahî jinan ku di bin navê urf û adetên rizyayî de bi tundiyê re rû bi rû mane. Ji bo ku em zihniyeta baviksalarî di civakî de tune bikin.”

`BI DIL Û CAN EM BI ŞOREŞA JINAN RE NE`

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo îşaret bi serhildana bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Em bi dil, fikr û canê xwe bi şoreşê re ne.”

Rîhan da zanîn ku ev şoreş, ji bo tevahî jinan, serkeftin, dîrok û têkoşîneke nû ye.

Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan jî kiryarên pergala Îranê û sûcên li dijî jinan pêk tîne bi hovave wesifand û got: “Li hember pergalên dermirovî û ji bo rizgarkirina tevahî jinan, divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.”

DOZA JINAN DOZA HERÎ GIRÎNG E

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo destnîşan kir ku doza jinan û kiryarên hovane yên li dijî jinan, doza herî girîng e ku divê balê bikişînin ser û wiha pê de çû: “Jinan xwe di tevahî astan de bi rêxistin kir û êdî kes nikare li hember vîna wê bisekine.

Her wiha endama Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Xilûd El Îsa behsa kiryarên pergalên netewperest û baviksalarî yên li dijî jinan kir û wiha anî ziman: “Tevî wan sûcan jî, lê jinan li Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo azadiya xwe şer kir û di oxira bidestxistina destkeftiyan, bi hezaran şehîd feda kir. Êdî ew destkeftî ji tevahî jinan re bû mîras.”

Beşdarên panelê di dawiy de “Jin, jiyan azadî” berz kirin.

(şx)

ANHA