Îmaratê xwe ji hevbendiya bi serkêşiya Amerîkayê vekişand

Îmaratê ragihand ku ew beriya du mehan ji hevbendiyeke deryayî ya bi serkêşiya Amerîkayê vekişiyaye.

Îmaratê xwe ji hevbendiya bi serkêşiya Amerîkayê vekişand
31 gulan, 2023   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Îmaratê îro ragihand ku wê beriya du mehan xwe ji hevbendiya ewlehiya deryayî ya Rojhilata Navîn a bi serkêşiya Amerîkayê, vekişandiye.

Hêza deryayî ya yekbûyî ji 34 dewletan pêk tê, navenda wê li baregeha deryayî ya Amerîkayê ya li Behrênê ye û hewl dide ku ewlehiyê li deryaya Sor û Kendavê misoger bike û li dijî “terorê” tê bikoşe.

Li herêmên navborî girîngtirîn rêyên bazirganiyê yên cîhanê hene û ji 2019`an de keştiyên li wir rastî rêzeêrişan tên. Ev yek hemwextî kûrbûna aloziya di navbera Amerîka-Îranê de pêk tê.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê bi daxuyaniyekî got: “Di encama nirxandinên me yên der barê hevkariya ewlehiyê bi hevkaran re, dewleta Îmaratê du meh xwe ji hêza deryayî ya yekbûyî vekişand. Dewleta Îmaratê ji bo xurtkirina armancên hevbeş, pêkanîna ewlehî û istiqrara herêmê, girêdayî diyaloga aştiyane û rêyên dîplomatîk e.”

(c)