​​​​​​​Li Xartûmê aramiyeke baldar heye

Piştî dirêjkirina dema agirbestê aramiyeke baldar li paytexta Sûdan Xartûmê serwer e.

​​​​​​​Li Xartûmê aramiyeke baldar heye
30 gulan, 2023   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

SKY News a Erebî ragihand ku şer li paytextê aram bûye. Piştî ku artêşa Sûdanê û Hêzên Piştigiriya Lezgîn li ser dirêjkirina agirbestê li hev kir.

her du aliyên şer li ser dirêjkirina dema agirbesta 7 rojî heta 5 rojan li hev kiribû. Agirbest bi armanca gihandinabalîkariyên mirovî ji sivîlan re, hate ragihandin.

Riyad û Washington duh daxuyaniyeke hevbeş da ku nûnerên Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştigiriya Lezgîn li ser dirêjkirina dema agirbesta 20'ê Gulanê heta 5 rojan lihev kiriye. Ji bo ku aliyên mirovî karê xwe yê stratejîk bikin.

(dm/şx)