Li 6 gundên Kobanê agir bi zeviyan ket

Li gundewarê başûr û rojhilatê Kobanê agir bi zeviyên çandiniyê yên gundiyan ket. Tîmên Parastina Sivîlan û xelkê wan gundan ji bo vemirandina agir ketine tevgerê.

Li 6 gundên Kobanê agir bi zeviyan ket
25 gulan, 2023   12:50
 KOBANÊ

Beriya çend kêliyan agir bi zeviyên çandiniyê yên li gundên Keleh, Omerak, Feyad, Xerab Xel, Kerk û Zinarê Qel ên girêdayî bajarê Kobanê ket.

Tîmên agirkujiyê bi alîkariya gundiyan ji bo vemirandina agir berê xwe dan cihê şewatê.

Li gorî agahiyên nûçegihana me dane, agir bi rûbera 100 hîktarî ketiye. Şewata li herêmê dewam dike.

(c)

ANHA