Leşkerên Iraqê carek din hewl dan dora Wargeha Rustem Cûdî têl bikin

Artêşa Iraqê ku ev sê roj in hewl dide bi têlan wargehê dorpêç bike, careke din hewla ketina wargehê û têlkirina dora wargehê didin. Xelkê Mexmûrê li berxwe dide.

Leşkerên Iraqê carek din hewl dan dora Wargeha Rustem Cûdî têl bikin
22 gulan, 2023   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

20’ê Gulanê xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî hewildanên dorpêçkirin û têlkirina wargehê li pêşiya hêzên Iraqê sekinîn û rê nedan hêzên Iraqê bikevin wargehê. Piştre di saetên êvarê de hêzên Iraqê carek din bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin. Xelkê  wargehê jî bi keviran bersiva wan dabû. Di encama gulebarana hêzên Iraqê ya li ser xelkê Mexmûrê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bibû û ew ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneya Musilê.

Roj Newsê ragihand ku artêşa Iraqê ku ev sê roj in hewldana têlkirina kampê didomîne, ji bo wê ketiye nava liv û tevgerê. Leşkerên Iraqê carek din hewl didin ku bikevin nava wargehê û derdora wargehê têl bikin.

Berxwedana xelkê Mexmûrê li cihê kon vedane berdewam e, bi hezaran şêniyên wargehê herikîne cihê seytereyê.