Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in

Bertekên li hember hewldanên dorpêçkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve, berdewam in. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gotin ew bi berxwedana penaberan re ne.

Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in
Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in
Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in
Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in
Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in
Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in
Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in
Bertekên li hember dorpêçkirina Kampa Mexmûrê berdewam in
22 gulan, 2023   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên li hember hewldanên dorpêçkirin û têlkirina Kampa Mexmûrê berdewam in. Ji bo piştgiriya niştecihên kampê, çalakiyên piştevaniyê li herêmên cuda yên herêmê li dar dikevin.

Di vê çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan ciwan li ser rêya di navbera navçeya Ehdas û gundê Meratê de kom bûn û ber bi parka navçeya Ehdasê ve meşiyan. Di meşê de, ciwanan alên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên “bi rihê fedayîtî em dê di cenga azadiyê de bi ser kevin”, “Bêjî berxwedana Mexmûrê” û “Na ji pergalên faşîst re” hildan.

Li parkê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir Miho axivî û behsa siyasetên li dijî niştecihên Kampa Mexmûrê ji 30 salan ve tên kirin, kir û destnîşan kir ku ew piştgiriya wan dikin.

Li Kobanê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê hewldanên dorpêçkirina kampê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Hevseroka Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Ronahî Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî şert û mercên dijwar ên ku niştecihên kampê tê re derbas dibin, artêşa Iraqê hewldanên dorpêçkirin û têlkirina kampê ranawestîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hewldan li dijî exlaqê ne, her wiha bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku pêdiviyên niştecihên kampê, bînin cih li şûna ku wan dorpêç dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Malbatên şehîdan ên herêma Firatê piştgiriya berxwedana niştecihên Kampa Mexmûrê dikin.”

(dm/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5ar3kuQ_Zak" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>