Dorpêçê xebatên şaredariyan anîne ber sekinînê

Dorpêça hikumeta Şamê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên şaredariyê asteng dike.

20 gulan, 2023   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin û dorpêça li ser herêmê ji gelek aliyan de tê ferzkirin. Lê saziyên Rêveberiya Xweser hewl didin xizmetguzariyî pêşkêş dikin.

Şaredariyên gel projeyên xwe yên xizmetguzariyê dewam dikin û jiyana welatiyan hêsan dikin.

Li Reqayê, şaredariya gel 3 projeyên kanalîzasyonê temam kirin.

Li ser vê yekê, çavdêrê li ser projeyên kanalîzasyonê li Reqayê Xelîl El Ebo got Şaredariya Gel a Reqayê projeyên xwe yên kanalîzasyonê li taxên bajêr dewam dike û wiha got: "Me ev proje ji bo amadekirina kolanan beriya qîrkirinê da destpêkirin, da ku pirsgirêk di torên kanalîzasyonê de dernekevin."

Ji bo temamkirina projeyên 2022-2023′yan Şaredariya Gel a bajarokê Xas ê Dirbêsiyê ya Hesekê parçeyek ji rêya giştî ya Hesekê-Dirbêsiyê ya li gundê Seidiyê Şêxan qîr kir. Dirêjahiya rê 4 hezar û 240 metre ye.

Di heman demê de qîrkirina rêya di navbera gundên Sorika Jorîn û Jêrîn a bi dirêjahiya 3 hezar û 500 metre, temam bû.

DORPÊÇ XEBATÊ ASTENG DIKE

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ruxmî dorpêça hikumeta Şamê û qedexeya derbaskirina madeyên bingehîn û sotemeniyê, xebata xwe dewam dike.

Bi hatina havînê re, werşeyên şaredariyê gelek xebat li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ku di 2019′an de hatiye vekirin, pêk anîn. Li parkê kursî hatin danîn, dar hatin çandin û naforeke avê hate danîn.

Li ser hûrgiliyên vê yekê endazyarê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Jaro wiha got: "Em bi hemû hêza xwe û derfetên xwe yên kêm hewl didin xizmetê ji bikin. Ruxmî ku dorpêç bi awayekî mezin li pêş van projeyan dibe asteng."

Par, şaredariyê li Qada Cebanat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê kursî danîn, dar çandin û naforeke biçûk çêkir. Her wiha hin karên din li Parka Arîn Mîrkan a li rojhilatê taxê kirin. Jaro wiha domand: "Par me hin xebatên sererastkirinê li qada Cebanat kirin. Me kavilên şer rakirin û Parka Arîn Mîrkan sererast kir."

Jaro destnîşan kir ku ew dixwazin ji vê zêdetir xizmeta welatiyan bikin, cihên geştiyariyê û parkan çêkin, lê pirsgirêk dorpêç e.

Li gorî rêveberên şaredariyê, ger derfet peyda bin, dê projeya ronîkirina rêyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê bike.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nKF0JXtBPRQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>