Di hilbijartinên Bakur de zext û binpêkirin

Li navendên dengdanê yên li Şirnex, Hezex, Silopiya û Rihayên yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve zext û binpêkirin tên kirin.

Di hilbijartinên Bakur de zext û binpêkirin
14 gulan, 2023   08:48
NAVENDA NUÇEYAN

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û giştî, dengdanê saet di 08.00'an de dest pê kir.

Di hilbijartinê de leşker û polîs divê li dibistanên ku dengê xwe lê didin “Belgeya 142” nîşan bidin û belgeyê teslîm bikin. Lê belê leşker û polîsên li dibistanên navçeya Cizîr a Şirnexê hatin peywirdarkirin, li gelek dibistanan piştî dengê xwe dayîn dîsa pişta belgeyê hate mohkirin û ew belge lê hatin vegerandin. Hat ragihandin ku leşker û polîsan bi hinceta ku heke hilbijartin ji bo tûra duyemîn bimîne, ji bo ku dîsa dengê xwe bidin ev belge nedane.

Li navçeya Hezexê jî polîs bi çekan ketin Dibistana Seretayî ya Ataturkê û derheqê wan de girtek hatin girtin. Hat zanîn ku ji ber binpêkirinên heta niha li navçeyê hatine kirin, parêzeran 70 girtek girtine.

Li gundê Milga Şantiyê yê girêdayî navenda Şirnexê jî leşkerekî li gel ku navê wî di lîsteyê de nebû jî “Belgeya 142” nîşan da û dengê xwe da. Piştî ku peywirdarê sindoqê yê Partiya Çepên Kesk û muşahidan îtîraz kir, dengê wî hat betalkirin.

Li gundekî Silopiyayê jî pusulayên dengan ên bêmohr birin dibistanê. Li ser îtîrazan, hatin guherandin. Hat zanîn ku piştî îtîrazan, pusulayên dengan ên bimohr birin gund.

Li navçeya Sêwerega Rihayê jî hat diyarkirin ku li ser sindoqa Dibistana Seretayî ya Çînhîsar a Gundê Çînhîsarê li hilbijêrên ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî dengê xwe bidin çûne wir zext tê kirin. Hilbijêrekî ku nexwest navê xwe bide anî ziman ku kesên nêzî AKP’ê li xizmên xwe û şêniyên gund zexta ku dengên xwe bi awayekî vekirî bidin.

(c)