​​​​​​​Êrişên li ser gerîla didomin

Artêşa Tirk a dagirker duh jî  bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

​​​​​​​Êrişên li ser gerîla didomin
11 gulan, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“10’ê Gulanê saet 09:30 û 10:30’an de dagirkeran bi obus, tank û çekên giran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan û hêzên me jî ji bo parastina xwe li dagirkeran dan.

Di 10’ê Gulanê saet 13:45’an de dagirkeran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê FM kirin û hêzên me jî ji bo parastina xwe li dagirkeran dan.

Di 10’ê Gulanê saet 16.30’an de dagirkeran hewl da êrîşî çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê bikin. Hêzên me li vir li kepçeyekê da.

Di 10 û 11’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”