Muharrem Înce ji namzetiyê vekişî

Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce ragihand ku ew xwe ji namzetiya serokkomariyê vedikişîne.

Muharrem Înce ji namzetiyê vekişî
11 gulan, 2023   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Giştî yê Partiya Memleketê û namzetê serokkomariyê Muharrem Înce ku di van hefteyên dawî de navê wî bi gelek skandalan dest pê kir û bi îstifayên ji partiya wî ket rojevê, çend roj beriya hilbijartinê daxuyanî da.

Serokê Giştî yê Partiya Memleketê û namzetê serokkomariyê Muharrem Înce li pêşiya Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da.

Înce têkildarî namzetiya xwe wiha got: “Ez vê yekê ji bo welatê xwe dikim. Min hewl da rêyeke din vekim. Dema winda kirin bila sûcê xwe nexin stûyê min û tu hincetên wan nemînin. Nexwe dê di sibeha hilbijartinê de hemû sûcê xwe biavêjin stûyê me. Ez xwe ji namzetiya serokkomartiyê vedikişînim.”