QSD`ê şaneyeke DAIŞ`ê bê bandor kir

QSD’ê eşkere kir ku hêzên wan bi operasyoneke li rojhilatê Dêrazorê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê bê bandor kiriye.

QSD`ê şaneyeke DAIŞ`ê bê bandor kir
3 gulan, 2023   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Di çarçoveya şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û rêzeoperasyonên me yên li dijî wan de, yekîneyên me yên taybet bi piştgiriya hevkarên me yên hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh li rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke nû ya DAIŞ`ê operasyonek li dar xist.

Hêzên me devereke li bajarokê El Bisêra ku endamekî şaneyê lê bû, dorpêç kir û piştre bang li wî çeteyî kir ku xwe radest bike.

Yekîneyên me piştî ku mala endamê terorîst lê bû kontrol kir, hin alavên teknîk û belge desteser kirin.

Ji bo mayîndekirina îstiqrar û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tunekirina şaneyên DAIŞ`ê û têkbirina planên terorê, dê operasyonên me dewam bikin.”

(c)