​​​​​​​Jinên Efganistanê vexwendina Talîbanê ya ji bo civîna NYʹyê protesto kir

Jinên Efganistanê vexwendina Talîbanê ya ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî protesto kir û gotin: “Naskirina Talîbanê, naskirina terorê ye.ʹʹ

​​​​​​​Jinên Efganistanê vexwendina Talîbanê ya ji bo civîna NYʹyê protesto kir
30 nîsan, 2023   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek jinan duh li paytexta Efganistan Kabulê hatin cem hev, vexwendina Talîbanê weke nûnertiya Efganistanê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo civîna ku di hefteya yekem a meha Gulanê de li Dohaya paytexta Qatarê bê lidarxistin protesto kir.

Di çalakiyê de jinan dirûşmên “Naskirina Talîbanê şerma cîhanê ye” û “Em bimirin jî li ber xwe bidin em ê mafên xwe bi dest bixin” berz kirin û destnîşan kir ku Talîban ne hêja ye ku bibe nûnerê gelan. Jinên ku gotin, “Naskirina Talîbanê naskirina terorê ye” diyar kirin ku ew ferzkirina Talîbanê ya ji bo pêşeroja xwe qebûl nakin. Jinan her wiha nerazîbûn nîşanî rayedarên Neteweyên Yekbûyî dan ku Talîban weke karmendekî hikûmetê nîşan didin.

Jinan bal kişandin ser wê yekê ku divê helwesta Neteweyên Yekbûyî ya li dijî polîtîkayên “dijmirovî û dijminane” yên Talîbanê yên li hemberî gelê Efganîstanê, bi taybetî jî li hemberî jinan, saxlem û zelal be, jinan bang kirin ku divê Talîban beşdarî civîna ku pêşeroj tê diyarkirin nebe.