Qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Amed û Stenbolê bi ser gelek malan de hat girtin û edîtorê ajansa MA`yê Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
29 nîsan, 2023   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hinceta lêpirsîneke navenda wê li Enqereyê hatiye destpêkirin li hin bajaran bi ser malan de hate girtin. Di malên bi ser de hatin girtin de lêgerîn hatin kirin. Di serdegirtinan de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê, Filîz Yilmaz jî di nav de gelek kes jî li Stenbolê hatin binçavkirin.