Îsraîlê careke din êrişî Humsê kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê depoyeke çekan a Hizbullah a li balafirgeha Deba ya leşkerî ya li gundewarê Humsê kir hedef.

Îsraîlê careke din êrişî Humsê kir
29 nîsan, 2023   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên girêdayî hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî ragihand ʹʹDi saetên destpêkê yên vê sibehê de perala parastina hewayî êrişeke bi moşekan a Îsraîlê ya li derdora bajarê Humsê asteng kir û hinek moşek xistin."

Li gorî heman çavkanî, di êrişê de 3 sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî got, ʹʹMoşekên Îsraîlê depoya çekan a Hizbullah a Lubnanê ya li balafirgeha leşkerî ya Deba ya li gundewarê Humsê rûxand.ʹʹ

Di vê mehê de ev 2 car in Îsraîlê balafirgeha Debayê dike hedef. Di 2ʹyê Nîsanê de Îsraîlê bi moşekan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê yên li Humsê kirin hedef. Her wiha depoya çekan a Hizbullah a li balafirgehê rûxand û navenda Bihûs Îlmiya (Lêkolînên Zanistî) kir hedef.

(bb)