PEN a Kurd: Wê tu kes nekare heqîqt û çapemeniya azad bêdeng bike

PEN a Kurd der barê hemleya girtinê li dijî rojnamevan û rojnamegeran li Bakurê Kurdistanê de daxuyanî da û tê de got: “Li dijî operasyonên qirkirina siyasî, operasyonên hilbijartinê wê têkoşîna gelê kurd dewam bike. Wê tu hêz nikaribe mafê girtina nûçeyan a civakê asteng bike. Wê tu kes nikaribe rastî, heqîqet û çapemeniya azad bêdeng bike.”

PEN a Kurd: Wê tu kes nekare heqîqt û çapemeniya azad bêdeng bike
29 nîsan, 2023   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd (Navenda PEN a Kurd têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî rojnamevan û rojnamegeran li Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê li dijî xebatên karên çapameniya azad êriş û zext berdewam in û rojnamevanên li dû rastiya heqîqetê ne, hema her roj tên destgîrkirin.

Navendê eşkere kir ku di 11 mehên dawîn de û di çarçoveya lêpirsînekê ku Serdozgariya Komarê ya Amedê li 21 bajaran der barê 216 kesan de dest pê kiriye, biryara destgîrkirinê hatibû dayîn. Ji wan 144 hatin destgîrkirin û 48 kes hatin girtin. di nav wan de rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzer hene.

Navendê wiha domand: “Rojnameger Mehmetşah Oruç, Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok û Remzî Akkaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Her wiha îro dîsa di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz, hatin destgîrkirin. Niha hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin û ji bo desthilata AKP-MHP’ê bi ser bikeve jî zext û êrişên xwe zêde dikin.”

Di 8’ê Hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Amedê daye destpêkirin de midûra ajansa JINNEWS’ê Safiye Alagaş jî tê de 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Îdianameya rojnamegeran 10 meh şûnde hat amadekirin û rûniştina yekem wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin.Di 29’ê cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya serdozgeriya komarê ya Enqereyê da destpêkirin de midûra karê nivîsan a ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, nûçegîhan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatin girtin. Rûniştina 9 rojnamegeran wê di 16’ê Gulanê de bê dîtin.”

Navendê diyar kir ku desthilata AKP-MHP`ê zimanekî êrişker, cudakar û zayendperest li dijî jinan û civakê bi kar tîne û ji bo ev qirêjî û kêmasiyên wê dernekevin jî çapemeniya azad hedef digire.

Her wiha navendê destnîşan kir ku desthilata heyî ji bo ku di hilbijaritnên 14`ê Gulanê de bi ser keve van operasyonan li dijî çapemeniya azad, hunermen, siyasetmedar û parêzeran dest pê kir.  

Navendê got: “Sîstema heyî bi salan e di bin navê “endamtiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê” de dixwaze rojnamegeran asteng bike û dengê civakê nedin bihîstin. Herî dawî jî zagona dezenformasyon ango zagona sansurê hat derxistin û bi vê re hat xwestin rojnameger bên eciqandin, bêdeng bimînin û nema karê xwe bikin. Li dijî van hemû zext û zordestiyan rojnamegeran gotin, em ê karê hevalên xwe nîvco nehêlin, em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin. Em jî wekî PENa Kurd dibêjin em ê xwedî li ked, xebat û têkoşîna rojnamegerên çapemeniya azad derkevin.

Navendê di dawiyê de bang li raya giştî kir ku li dijî operasyonên mafê azadiya ramanê binpê dikin dengê xwe bilind bike û soz da ku li dijî operasyonên qirkirina siyasî, operasyonên hilbijartinê wê têkoşîna gelê kurd dewam bike, wê tu hêz nekare mafê girtina nûçeyan a civakê asteng bike,wê tu kes nekare rastî, heqîqet û çapemeniya azad bêdeng bike.

(şx)