​​​​​​​‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca pêşîn e’

Şêniyan got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca pêşîn a gelê Kurd e û diyar kir ku ew ê heta dawiyê tê bikoşin.

​​​​​​​‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca pêşîn e’
26 nîsan, 2023   06:30
HELEB

Dewleta Tirk 2 sal e tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran kiriye û daxwazên parêzer û malbatê yên ji bo dîtina wî red dikin. Li hemberî van zextan hêzên navnetweyî û rêxistinên mafên mirovan ên têkildar bê deng in.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê heta dawiyê li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin û tê bikoşin.

Fikret Bakîr Mistefa ya ji taxa Şêxmeqsûdê anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca wan a pêşîn e û got: “Em dixwazin Rêber Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de bijî, ew rêberê mirovahî û biratiya gelan e."

Fikretê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji 2 salan ve malbat û parêzerên xwe nedîtiye û got desthilata Tirk rê nade ku Rêber Ocalan têkiliyê bi gelê xwe re deyne.

Fikret Bakîr Mistefa di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê heta dawiyê li dijî tecrîdê tê bikoşin û got: "Eger armanca dijmin qirkirina Kurdan be dê ev armanc pêk neyê, ji ber ku Kurd dê bimînin."

Zeyneb Mihemed a ji heman taxê diyar kir ku ew dixwazin Rêber Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de bijî, rêya gel ronî bike û hêzê bide gel.

Zeyneb Mihemed bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêbertî welatperweriya xwe parast û rêya gel ronî kir."

Zeyneb Mihemed anî ziman ku kesên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer in dê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin û xizmeta gel û welatê xwe bikin û got: “Gelê Kurd dê  heta pêkanîna serkeftinê li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker li kêleka Rêber Abdullah Ocalan bisekine û şopdarên xeta şehîdan bin."

Di 7'ê Tebaxa 2019'an de Rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe Rêzan Sarîca û Newroz Uysal re civiya. Ev hevdîtin a dawîn bû. Di 25'ê Adara 2021'ê de Rêber Abdullah Ocalan bi telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivîbû lê peywendiya telefonê 5 deqeyan tenê dewam kir, piştre hat qutkirin.

(dm)

ANHA