'Divê rojnamevanên girtî bên berdan û parastin'

Rojnamevan Cîhad Nebo binçavkirina rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan kir ku destwerdanê bikin û desthilatê neçar bikin ku rojnamevanên girtî berde.

'Divê rojnamevanên girtî bên berdan û parastin'
26 nîsan, 2023   04:47
KOBANÊ - CUMA MIHEMED

Beriya hilbijartinên serokkomariyê û yên parlamenteran ên Tirkiyeyê, desthilatê li 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyoneke berfireh a girtinê da destpêkirin.  Duh sibeha desthilata Tirk, di nav de 11 rojnamevan derdora 150 kes destgîr kirin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşan da û wiha got: “Di erefeya hilbijartinê de îktîdarê ji ber tirsa windakirinê, dîsa serî li operasyonên binçavkirinê da. Di nav de endamên MYK’a partiya me, cîgirên hevserokan, rojnameger, hunermend û parêzer jî, bi dehan hevalên me li Amedê hatin binçavkirin. 

Hûn dê nekarin xwe ji têkçûnê xelas bikin!” 

Rojnamvanên ku di serdegirtinên malan de hatine girtin ev in: edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adurrahman Gok, nûçegihanên MAʹyê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, edîtora JINNEWS’ê Berîtan Canozer, rojnameger Salih Keleş, Remzî Akkaya, Arîf Akkaya, Mehmet Yalçin û Mîkaîl Barût.

Piştî darbeya havîna 2016ʹan, destgîrkirin û girtina a rojnamevanan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hema bêje bûye rewşeke asayî. Erdogan darbe bi kar anî da ku fişarê li dezgehên çapemeniyê zêde bike û muxalifên xwe bêdeng bike.

BÊDENGKIRINA RASTIYÊ

/kr/uploads/files/2023/04/25/192750_-.webp

Têkildarî mijarê rojnamevanê ji Kobanê Cîhad Nebo ji ajansa me re axivî û got: “Ev kiryar ne nû ye. Ji ber ku ne cara yekê ye ku rojnamevan tên girtin. Desthilata Tirk her tiştî dike ji bo ku heqîqetê veşêre.”

Nebo destnîşan kir ku girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin û got, girtina rojnamevanan tê wateya girtina heqîqetê.

Nebo wiha domand: “Desthilata Tirk bi rêya bêdengkirina rastiyê dixwaze binpêkirin û çewsandina ku di dîrokê de kiriye, dîsa dubare bike. Em van kiryaran şermezar dikin û bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan dikin ku destwerdanê bikin, hevalên me biparêzin û desthilayê neçar bikin ku rojnamevanên girtî serbest berde û rê li pêşiya kiryarên wê bigirin.”

Nebo diyar kir ku divê rojnamevanên Bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên ragihandina heqîqetê berdewam bikin û got: " Tu carî zilm bi ser neketiye.ʹʹ

RAGIHANDIN DI METIRSIYÊ DE YE

Li gor Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor, Tirkiye di aliyê binpêkirina azadiya rojnamegeriyê de ji bingehê 180 welatan di rêza 149ʹan de ye,  hejmara herî mezin a rojnamevanên girtî li Tirkiyeyê ye.

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor der barê rewşa li Tirkiyeyê  de got, piraniya dezgehên ragihandinê  û rojnamegeriyê di bin metirsiyê de ne, ji bo bêdengkirina muxalifan hemû rêbaz hatin bikaranîn.

Rêxistinê got: ʹʹBi nêzîkbûna hilbijartinên 2023'yan re, rejîma Erdogan zextên li dijî rojnamevanan zêde dike, da ku paşketina qada aborî û demokrasiyê ya li welat binixwimîne, her wiha da ku zemîna xwe ya siyasî ya di nava civakê de xurt bike. Lê heta niha ne çavdêriya nîvplankirî ya li ser internêtê, ne jî serdegirtina dezgehên ragihandinê yên rexnegir, her wiha ne jî veguhestina dadgehan wekî amûr di destê Erdogan de karîbûn giraniya wî vegerînin. Tê zanîn ku destê Erdogan di gelek dozên girêdayî gendelî û reşwesta siyasî de heye."

Desthilata Tirk operasyona qirkirina siyasî ya li dijî rojnamevan, siyasetmedar û çalakvanên Kurd didomîne. Ev operasyon wekî şerê topyekûnê yê li dijî hebûna Kurdan li Tirkiyeyê tê wesifkirin.

(mh)

ANHA