Gerînendetiya Jîngehê lez da xebatên çandina daran

Piştî ku 3 hezar dar çandin, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi armanca pêkanîna armancê di dema guncaw de lez da xebatên çandina 50 hezar darî.

Gerînendetiya Jîngehê lez da xebatên çandina daran
Gerînendetiya Jîngehê lez da xebatên çandina daran
Gerînendetiya Jîngehê lez da xebatên çandina daran
Gerînendetiya Jîngehê lez da xebatên çandina daran
Gerînendetiya Jîngehê lez da xebatên çandina daran
Gerînendetiya Jîngehê lez da xebatên çandina daran
23 nîsan, 2023   05:55
TEBQA – EBDUREHMAN EL SALIH

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di 20'ê Adara borî de dest bi pêngava çandina daran kir. Rêveberiyê destnîşan kir ku pêngav dê di dawiya sala 2023'yan de bi dawî bibe.

Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê 50 hezar şitil amade kirin da ku li 10 deveran û 300 baxçeyên bajêr û gundewarê wê û dergehên ketina bajêr, bajarok û gundan bên çandin.

Hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê Cemal Ebduletîf ji ajansa me re diyar kir ku heta niha zêdetirî 3 hezar şitil li 6 deverên Tebqayê hatine çandin.

Dar li van deveran hatin çandin, Mesakin El Îdîxar, goristana şehîdan, Nexweşxaneya Niştîmanî, dergehê bakur ê Tebqayê û kêlekên bendava Firatê.

Ebduletîf destnîşan kir ku pêngav dê heta dawiya 2023ʹyan didome û got, di dema pêş de dê pêngav berfireh bibe da ku di dema guncaw de armanca xwe ya çandina 50 hezar şitilî pêk bîne.

(mh/bb)

ANHA