​​​​​​​Li Derayê 3 kes hatin kuştin

Li Derayê di şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê de 3 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Derayê 3 kes hatin kuştin
22 nîsan, 2023   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hara yê bakurê Derayê komeke çekdar êrişî benda kontrolê ya yekemîn a hêzên hikumeta Şamê kir. Di encamê de endamekî hikumeta Şamê hat kuştin û yek din birîndar bûn.

Li hemberî vê yekê, hêzên hikumeta Şamê kemînek ji çekdarên êrişkdar re danîn. Di encamê de 2 çekdarên birayên hev hatin kuştin û yekî din bi giranî birîndar bû. Çekdarên din ber bi cihekî ne diyar ve reviyan.  

Duh jî di 2 bûyerên cuda li Derayê de 4 welatî hatin qetilkirin û yekî din jî birîndar bû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka Çileya îsla ve, 161 bûyerên tevliheviya ewlehî rû dan. Di encamê de 125 kes hatin kuştin.

(bb)