Nêzîkbûna Îran-Siûdiyê di ceribandinê de ye

Ruxmî nankokî û dosyayên tevlîhev ên li gelek dewletên herêmê ku di salên dawîn de her bûne sedema şer û nakokiyan, rêgeha nêzîkbûnê di navbera Îran û Siûdiyê de dewam dike. Gelo ev nêzîkbûn dê bandorek çawa li van dosyayan bike?

Nêzîkbûna Îran-Siûdiyê di ceribandinê de ye
22 nîsan, 2023   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Di çarçoveya rêgeha normalîzekirina têkiliyên Siûdiyê-Îranê de, wezîrên karên derve yên Siûdiyê û Îranê li Çînê hevdîtin kir. Piştî zêdetirî 7 salan ev hevdîtina yekemîn a fermî ya di asta dîplomasiyê di navbera herdu welatan de bû.

DEMEK GIRÎNG

Ruxmî ku di ser vê lihevkirinê re çend hefte derbas bûn, lê belê nîqaşa li ser sedemên ku hiştine her du alî piştî salên dirêj ên dijminahiyê nêzîkî hev bibin, hîna berdewam dike. Ev nîqaş ji bo nirxandina bandora vê nêzîkbûnê li ser eniyên şer ên di navbera herdu aliyan de li herêmê, tê kirin.

Lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Hanî Silêman diyar kir ku hevdîtina wezîrên karên derve destnîşan dike ku li pişt vê yekê îradeyek rasteqîn a herdu aliyan heye û dixwazin dema çûyî ji bîr bikin û van gavan berdewam bikin. Silêman bal kişand ku ev yek nayê wateya ku dê hin nakokî tune bin, lê îradeyek hevpar û niyeta berdewamkirina vê rêgehê diyar e.

Silêman derbarê dema vê gavê de got: “Ev dem pir girîng e, demek hesas e ji ber ku piştî lihevkirinek ji nişke ve tê û ji bo ev gav bê ragihandin pir dirêj nekir. Çînê di destpêka Adarê de ragihand ku dê hevdîtin li welatê wê pêk werin. Piştre, ji nişke ve me lihevkirina bi xalên cuda yên peymanên 2001 û 1998`an û hin xalên din ku hinek matmayî hiştin, dît. Peyamên dualî û gavên bi lez ên herdu aliyan, her wiha hevdîtina Bekînê, nîşan didin ku bi rêjeyek mezin lihevkirin heye, ev rêgeh ne wek berê ye, niyetek cidî heye û gavên erênî yên herdu aliyan hene.”

SEDEM

Silêman destnîşan kir ku sedemên herdu aliyan hene û wiha dom kir: “Siûdiyê dixwaze mijara Yemenê bi dawî bike û li gorî hin garantiyan rewşê aram bike. Nexasim ku Amerîka êdî nikare têkiliyên bi Îranê re bi rê ve bibe. Her wiha Siûdiyê stratejiyek zelal û serbixwe ya ku dikare di asta herêmî û navneteweyî de badnorê bike, ava kir û siyaseteke derve ya hevseng a li gorî têkiliyên stratejîk ên bi welatên mîna Rûsya, Çîn re meşand. Her wiha Siûdiyê Opec`ê û mijara petrolê kontrol dike, hewl da ji serdema Dunald Trump sûdê werbigire û hember rêveberiya Joe Biden sekinî.

Îran jî dixwaze ji tecrîda siyasî û dîplomasî derkeve. Ji bo wê, dixwaze têkiliyên bi welatên Kendavê û Siûdiyê re baş bike. Îran dibîne ku ji berjewendiya wê ye ku li gorî sazûmanî û têkiliyên navneteweyî û sîstema nû ya cîhanê tevbigere. Bi wê yekê, Çîn û Rûsya du faktorên pir girîng in û ji berjewendiya wan e ku ev nêzîkbûn bi welatên Kendavê re çêbibe û ji nû ve li hember Amerîka û welatên rojavayî hevbendiyek -ne yekeser be jî- ava bibe.”

BANDOR

Ruxmî van hevdîtinan, lê her kes li benda badnora vê nêzîkbûnê li ser rewşê ye. Nexasim ku li gelek welatên herêmê, bi taybet li Sûriye, Iraq û Lubnanê di navbera Siûdiyê û Îran de şer hebû.

Li gorî Silêman, ev lihevkirin dê bandorek erênî li gelek dosyayan û di serî de dosyaya Yemenê bike. Ji ber ku Siûdiyê û Îran li Yemenê xwedî roleke girîng in, ji lew re ev lihevkirin dê bi lez bandorê li dosyaya Yemenê bike.

Silêman nirxandinên xwe wiha dewam kirin: “Êdî girîngiyek mezin ji bo Sûriyeyê jî tê dayîn. Siûdiyê jî ji bo vegera Şamê dan û standinan bi rêve dibe, mîna lûtkeya Cedayê. Siûdiyê di nêzîkkirina nêrînan de roleke dîplomatîk dilîze. Lê bêguman dê hin nakokî hebin, nexasim di mijara milîsên Îranê yên li Sûriyeyê û çarenûsa wan, serwriya Îranê li axa Sûriyeyê, şîrket û milîs, guhertina demografiyayê û gelek mijarên din dê di dema pêş de xalên nîqaşê bin.”

Hanî Silêman behsa bandora vê nêzîkbûnê li rewşa Lubnanê jî kir û got: “Rewş li wir jî pir ne cuda ye. wekî tê zanîn Îran piştgiriya Hizbullahê dike. Îranê li wir di rêgeha siyasî de jî rolek girîng lîst. Ev nêzîkbûn dikare rewşê aram bike û li formeke hevbeş bigere dibe ku ji bo pêşeroja Lubnanê baş be. Heman tişt ji bo Iraqê jî derbasdar e, ji ber ku serweriya Îranê li wir xurt e.”

(c)

ANHA