​​​​​​​'Jin bi bîrdoziya rizgariya jin a Rêber Abdullah Ocalan bûn pêşengên şoreşê'

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Edalet Omer destnîşan kir ku bîrdoziya rizgariya jin a Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin pêşengtiya Şoreşa 19′ê Tîrmehê bikin û got: “Ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn were bilindkirin.”

​​​​​​​'Jin bi bîrdoziya rizgariya jin a Rêber Abdullah Ocalan bûn pêşengên şoreşê'
16 nîsan, 2023   23:43
REQA-ELA EL ELÎ

Rêber Abdullah Ocalan ku ji 15′ê Sibata 1999′an ve di girtîgeha Îmraliyê de ye, zêdetirî 2 sal in tu agahî ji wî û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê nayên girtin.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Edalet got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye jî. Heta rêberê me azad nebe em nikarin bêjin em azad in."

Edalet destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de ku di 9′ê Cotmeha 1998′an dest pê kirî, di 15`ê Sibata 1999`an de hate dîlgirtin.

Edaletê gelek dozên Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe xistiye xizmeta wan bi bîr xistin û wiha dom kir: “Mînak, doza rizgariya jinan. Di wê dozê de bal kişand ser bikaranîna jinan di dirêjahiya dîrokê de, kirina wê ya kole û dûrxistina wê ji rastiya wê.”

Edaletê anî ziman ku bîrdoziya rizgariya jinê hişt ku jin pêşengtiya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û ew şoreş ji tevahî şoreşên din cudatir e, berivahê şoreşa Fransayê ku jinan tê de tu mafên xwe bi dest nexistin.

Edaletê diyar kir ku di şoreşên berê de, tevî ku gelek tevger û rêxistinên jinan hebûn jî, lê jinan bi awayekî taybet nikarî xwe bi rêxistin bikira û wiha domand: “Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derket û bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî serî hilda.”

Edalet Omer di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan werin xwendin, projeyên wî bi awayekî rast li ser erdê pêk bên û wiha got: "Çiqas em karibin pêşniyarên Rêbertî li ser erdê pêk bînin, ewqas em ê karibin tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin."

(fr/c)

ANHA