​​​​​​​Akademîsyenên iraqî: Hevgirtina gelan dê rê li ber sûcên dewleta Tirk bigire

Lêkolîner û akademîsyenên iraqî diyar kir ku êrişa li balafirgeha Silêmaniyê binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî û serweriya Iraqê ye û li ser tevahiya herêmê gef e. Her wiha destnîşan kirin ku hevgirtina gelan rêbaza herî guncaw ji bo rêgirtina li sûcên dewleta Tirk e.

​​​​​​​Akademîsyenên iraqî: Hevgirtina gelan dê rê li ber sûcên dewleta Tirk bigire
13 nîsan, 2023   06:01
NAVENDA NUÇEYAN - YEHYA EL HEBÎB

7`ê Nîsanê droneke biçek a dewleta Tirk a dagirker êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê kir. Êriş hemwextî derbasbûna karwanê fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û efserên amerîkî yên pê re, pêk hat.

Piştî êrişê, gelek partî û hêzên iraqî û Kurd bertek nîşan dan.

BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ

Serokê Tora El Hedef a analîzên siyasî Hisên Kenanî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Kenanî got: “Tiştê ku Tirkiyeyê kiriye binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî, binpêkirina hemû lihevkirinên di çarçoveya têkiliyên navneteweyî de ye. Her wiha binpêkirina serweriya Iraqê û rêzgirtina di navbera dewletên cîran de ye. Ji lew re, divê dewleta Tirk ji ber vî sûcî were şermezarkirin.

Şermezarkirina vê êrişê girîng e, ji bo ku neyê rewakirin û dubare nebe. Tenê şermezarkirin jî têrê nake, divê hemû rêbazên qanûnî û destûrê û rêbazên zextê yên din ji aliyê hikumeta Iraqê ve bikevin meriyetê da ku sînorek ji van binpêkirinên nayên qebûlkirin re, bê danîn.”

Kenanî destnîşan kir ku dewleta Tirk ku rolek mezin di gelek aloziyên Iraqê de lîst, lawaziya siyasî ya Iraqê û aloziyên wê îstismar dike û wiha dom kir: “Tirkiye hewl dide siyasetên xwe li ser Iraqê ferz bike, çi yên girêdayî avê yan jî sînor û dixwaze aloziyên hundirîn derbasî Iraqê bike.”

‘BI HEVGIRTINA GELAN DÊ RÊ LI BER TIRKIYEYÊ BÊ GIRTIN’

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El Beydanî jî got: “Tiştê tê xwestin, hevgirtin û balkişandina ser bûyer û geşedanan e (êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê).”

El Beydanî wiha dom kir: “Ev bûyer û geşedan di radeya yekemîn de zirarê didin pergala modern a cîhanê, bi taybet cîhana rojavayî. Her wiha pêwîstiya bi rêgirtina li ber Tirkiyeyê û rawestandina wê destnîşan dikin. Ji ber ku dê gefê li îstiqrara herêmê bixwin.”

El Beydanî anî ziman ku hevgirtina gelan û hewldana balkişandina ser van bûyeran, bi rêya diyalog, panelan û teşhîrkirina sûcên delweta Tirk bi rêya malperên sosyal medyayê, rêbaza herî guncaw a balkişandina ser bûyerê û karên din ên ku hikumeta Tirk e.

Cewad El Beydanî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hevfêmkirin û peywendiyên di navbera rewşenbîrên gelên vê herêmê de, dê bikare van rêbazên ku bi şêweyên nîjadperest û dûrî ruhê mirovahiyê ji aliyê rejîma Erdogan ve tên kirin, teşhîr bikin.”

(c)

ANHA