ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-4-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-4-2023
12 nîsan, 2023   23:00

Ji bo bersivdana êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriye û Mescid El Eqsayê, Hemas û Hizbullahê moşek ji Lubnan, Xeza, Sûriyeyê avêtin. Gelo ev nîşaneya şerekî giştî ye yan jî dê bersivdana Îsraîlê sînordar be?

Lêkolîner û akademîsyenên iraqî diyar kir ku êrişa li balafirgeha Silêmaniyê binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî û serweriya Iraqê ye û li ser tevahiya herêmê gef e. Her wiha destnîşan kirin ku hevgirtina gelan rêbaza herî guncaw ji bo rêgirtina li sûcên dewleta Tirk e.

Hejmara niştecihên dewleta Tirk a dagirker di navbera 2 salan de li Girê Spî yê dagirkirî bi cih kiriye, bû 21 hezar. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Jinên bi Rêber Abdullah Ocalan re civîne û fikrên wî nas kirine, got wan ruxmî tehde û girtinan jî dev ji doza xwe bernedaye. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Mihemed Mela Reşîd Xerzanî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di bin navê Îslamê de komên çete dan pêş û dagirkerî pêk anî, niha jî dixwaze bi diyalogên li gel Hikûmeta Şamê re dek û dolabên nû çêbike, lewma divê dijî wê yekrêziya gelan hebe. Xerzanî got; “Eger Îslam axivîbaya wê derewên Tirkiyeyê vegotibana”. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir ku  ew dê îsal mîhrîcana helbest û çîrok û sîmpozûmên hunerî û şêwekariyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin. Her wiha dê cihên arkolojîk ku di encama erdhejê de zirar dîtiye, sererast bikin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA