​​​​​​​‘Em dev ji doza xwe bernadin’

Jinên bi Rêber Abdullah Ocalan re civîne û fikrên wî nas kirine, got wan ruxmî tehde û girtinan jî dev ji doza xwe bernedaye.

​​​​​​​‘Em dev ji doza xwe bernadin’
12 nîsan, 2023   23:43
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Rêber Abdullah Ocalan ku nêzî 25 sal e berxwedaneke bêhempa di girtîgehên dewleta Tirk a dagirjer de raber dike, ji bo jinan û gelên bindest rê li pêş jiyana azad vekir.

Rêber Abdullah Ocalan rizgarkirina jinan ji rizgarkirina welat girîngtir û giranbihatir nîşan dide û di parêznameyeke xwe de îşaretê bi vê yekê dike.

Di têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a salên 1980 û 1990′î li Sûriye û Lubnanê de, gelek welatiyên ji Rojava bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyan.

Di 1994′an de Hediye Remo Mûsa li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li herêma Bîqa ya Lubnanê tevî malbata xwe Rêber Abdullah Ocalan dît. Hediye li ser hûrgiliyên hevdîtinê axivî û got nêzî 8 rojan li akademiyê man û tev li civînekê bûn.

Li gorî Hediye Mûsa, Rêber Abdullah Ocalan di axaftina xwe de behsa pergala kapîtalîst û dewletên hegemon di ferzkirina desthilatiya xwe li gelan û kolekirina wan de, kir. Hediya anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ew pergal hewl dide civakê parçe.

Hediye da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan got divê jin pirtûkan bixwînin, her wiha girîngî da rola dayikê di gihandina nifşan de, geşkirina wê di parastina çanda civakê de û çandina taybetmendiyên şoreşgeriyê di nava xort û keçan de.

Piştî vegera ji Lubnanê, Hediyeyê li Qamişloyê xebat kir. Hêzên Baasî gelek caran ew girt. Hediye got ew carekê 12 rojan hate ragirtin û wiha got: "Di girtîgehê de ji min xwestin ku ez dev ji doz û fikrên xwe berdim, lê min got ji min re mirin ji berdana doz û fikrê çêtir e."

Nûra Kêlo jî bal kişand ser rewşa jinan a beriya belavbûna felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Jinan berê mafên xwe nedizanîn, adat û kevneşop, zîhniyeta baviksalar ku azadiya jinan kelepçe dikir, qebûl kiribûn."

Nûra wiha domand: "Bi belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina wî li doza jinan, li pêş jinan ronahî çêbû û êdî zana bûn, maf û erkên xwe nas kirin."

Nûra di dawiyê de got bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina wî li doza jinan, jinan gelek destkeftî û serkeftin pêk anîn.

(fr)

ANHA