Meclisa Giştî hin bendên qanûna cezayan erê kirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya asayî ya bi hejmara 73 li dar xist, tê de hin bendên qanûna cezayan erê kiri.

Meclisa Giştî hin bendên qanûna cezayan erê kirin
12 nîsan, 2023   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de herdu hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etê û Sîham Qeryo, endamên meclisê yên rêveberiyên xweser û yên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di serî de 2 endamên nû yên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser; nûnera Meclisa Ciwanan a Reqayê Buşra El Ehmed û nûnera Meclisa Zagonsaz a Efrînê Wefa Mistefa sond xwarin.

Di civînê de peymana sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya der barê erkên endamên Meclisa Giştî û çavdêriya li karê Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê, hat nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de 96 madeyên ji reşnivîsa qanûna cezayan ku ji 343 madeyan pêk tê, hatin erêkirin. Her wiha tê payîn ku di rojên bê de civînên din ji bo nîqaşkirina reşnivîsa qanûna cezayan û erêkirina wê bên lidarxistin.

(mh/şx)